Di salonên sînemayê de vê hefteyê 9 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlma "Tirk Tên: Şûrê Edaletê" ya ku çêkerê wê Mehmet Bozdag û derhênerê wê Kamil Aydin e wê derkeve pêşberî sînemahezan.
Lîstikvanên fîlmê Emre Kivilcim, Levent Ozdîlek, Ece Çeşmîoglu, Serdar Gokhan, Ebru Ozkan, Seray Kaya, Eren Vurdem, Ogun Kaptanoglu, Selda Alkor û Cemal Hunal in.
Derhênerên fîlmê Kadîr Genç û Volkan Adiyaman in.
Fîlm behsa jineke hewl dide tola qîza xwe ya ku hatiye kuştin bistîne, dike.
Guneş Cyrîna Ozek, Burak Ergun, Volkan Uygun, Çetîn Ozdemir, Alper Yildirim, Banu Yilmaz Ocak û Can Ozogul lîstikvanên fîlmê ne.
Derhênerê fîlmê Can Evrenol e.
Ji ber teqîna santralê gelek mirov birîndar bûne û hin ezayên wan kêm in. Di fîlmê da qîzeke bi navê Perî ya ku devê wê ji ber vê teqînê tune hewl dide bijî.
Cureya fîlmê fantastîk e. Lîstikvanên fîlmê Denîzhan Akbaba, Elîf Sevînç, Ozgur Cîvelek, Kaan Alpdayi, Sermet Yeşîl û Mehmet Yilmaz Ak in.
Senarîst, derhêner û serlîstikvanê fîlmê Cem Yilmaz e.
Fîlm dewama projeya Fîlmên Karakomîk 1ê ye.
Derhênerê fîlmê Stephen Gaghan, serlîstikvanê fîlmê jî Robert Downey Jr. e.
Ji bilî Robert Downey Jr. Mîchael Sheen, Antonîo Banderas, Ralph Ineson û Jessîe Buckley jî lîstikvanên fîlmê ne.
Beyter Dr. John Dolîttle piştî mirina xwe bi heywanên dostên wî ne ra ji jiyanê vedikişe û bi wan ra diaxive. Keybanû Vîctorîa dema nexweş dikeve serpêhatiyên tên serê Dr. John Dolîttle di fîlmê da tê behskirin.
Lîstikvanên fîlmê Catherîne Deneuve, Julîette Bînoche, Ethan Hawke, Clementîne Grenîer û Ludîvîne Sagnîer in.
Derhênerê fîlmê jî Hirokazu Kore-eda ye.
Cureya fîlmê dram e û çêkerê wê Frensî ne.
Fîlm behsa keçikek û diya wê ya lîstikvan dike.
Derhênerên fîlmê Richard Phelan û Wîll Becher in. Cureya fîlmê animasyon e.
Fîlm dewama fîlma "Berxan Fîrar Kir: Parka Fezayê 1" ye.
Shaun û hevalên wî yên di çewlîkê da mazûwaniya mêvanên xwe Lu-La yê ji fezayê hatiye dikin.
Jeremy Clapîn derhênerê fîlmê ye. Di fîlmê da destekî jêkirî yê ji laboratuvareke Parîsê reviyaye û bedena xwe digere û evîna Gabrîelle û Naoufel tê behskirin.
Cureya fîlmê anîmasyon e.
Rasmus A. Sîvertsen derhênerê fîlmê ye. Cureya fîlmê anîmasyon e. Luca û hevalên wî bi serokatiya mucît Reodor amadehiyê dikin beşdarî pêşbirkeke navneteweyî bibin.
(MB)
*Çavkanî: AA