Li sînemayên Tirkiyeyê vê hefteyê yek jê xwemalî 5 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlmê "Dune: Gerstêrka Çolê" yek ji wan fîlman e. Rebecca Ferguson, Oscar Isaac, Timothee Chalamet, Josh Brolin, Jason Momoa û Javier Bardem tê da dileyîzin.
Denis Villeneuve derhêner ê fîlmî ye. Cureyê wê macera ye. Fîlm ji ber Duneya pirtûka klasîkên zanist û honakê hatiye çêkirin û tê da qala gerdûna Dune û bûyerên ku tên serê lehengê sereke Paul Atreidesî dike.
Lee Isaac Chung senaryoya fîlmî nivîsiye û derhêneriya wê kiriye; Steven Yeun, Yeri Han, Yuh-jung Youn, Alan Kim û Will Patton tê de dileyîzin.
Amerîkaniyan fîlm çêkiriye û tê da qala çîroka malbateke koçber a Koreya Başûr dike. Malbat di salên 1980yî de koçî Arkansasa herêma Amerîkayê dikin. Li wê derê ji xwe ra çewlikekê çêdikin û dest bi jiyaneke nû dikin.
Adam Driver, Marion Cotillard, Simon Helberg ve Rebecca Dyson-Smith di fîlmî de dileyîzin û Leos Carax derhêneriya wê kiriye.
Tê da qala jiyana komedyen û jina wî ya ku hunermenda operayê ye dike. Paşê bi navê Annette keçikeke wan çêdibe û jiyana wan diguhere.
Amerîka, Fransa û Meksîkayê bi hev re fîlm çêkirine û Russell Mael û birayê wî Ron Mael senaryoya fîlmî nivîsiye.
Atakan Şatiroglu derhêneriya wê kiriye û Serhat Goç, Kubra Dînç, Berkay Berkman û Îrem Kok tê de dileyîzin. Vê hefteyê fîlma xwemalî tenê ev e. Tê da qala ciwanekî ku peyê ronîkirina bûyera kekê wî tê da kesek kuştiye dike.
Alessandro Carloni û Jean-Philippe Vine bi hev re derhêneriya vî filmî kiriye û cureya fîlmî anîmasyon e. Tê da qala çîroka Barneyê xwendekarê dibistana navîn dike ku pirsgirêka wî ya civakîbûnê heye. Barney tenê dikare bi Rona cîhazê dîjîtal re biaxive û fîlm qala çîroka wan dike. (FD)