Fotoğraf: UNICEF
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
UNICEFê diyar kiriye ku li Afganistanê ji destpêka salê heta niha ji 550î zêdetir zarok mirine û hezar û 400 zarok jî brîndar bûne. Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF)ê Talîban jî di nav de ji hemû aliyan xwestiye ku jin û zarokên keç jî di nav de jiyan û mafên hemû mirovan biparêzin.
Mûstapha Ben Messaoud, Şefê Rewşa Lezgîn û Operasyonên li Qadê yê Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) duh (17ê Tebaxê) civîna çapemeniyê lidarxistiye û çavdêriyên xwe yên li Afganistanê bi van gotinan derbirî ye.
“Du hefteyên dawî ye ez li Kandahar, Herat û niha jî li Kabîlê me. Min bi dîtina zarokên brîndar û zarokên ku bi têra xwe nayên xwedîkirin bandora yekser a şer dît. Bi vî awayî dîtina zarokên 10 mehî nayê terîfkirin.”
UNICEFê diyar kiriye ku li Afganistanê ji destpêka salê heta niha ji 550î zêdetir zarok mirine û hezar û 400 zarok jî brîndar bûne. Rewşa heyî wê bêtir zirarê bigihîne zarok û jinên wî welatî.
Messaoud destnîşan kiriye ku Neteweyên Yekbûyî(NY) ji roja ku destbi tomarkirina hejmara zarokên ku di nîveka destpêka îsal de wenda bûne û binpêkirinên mafan li Afganistanê kiriye heta niha hejmara zarokên ku mirine û brîndarbûne di asta herî jor de ye.
(KO/AY)