Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Yekitiya Doktorên Tirkan (TTB) di meha Çiriya Pêşiyê de 215 bijîjkan ji bo "Belgeya Nîşandana Rewşa Kesane" serî li TTBê dane.
Bi vî awayî di 10 mehên destpêkê ên sala 2022an de bi tevahî 2153 bijişkan ji bo "Belgeya Nîşandana Rewşa Kesane" serî li TTBê dane.
Serlêdanên ji bo Belgeya Nîşandana Rewşa Kesane ku di sala 2022an de ji TTBê re hatiye kirin, 40 qatê sala 2012an e.
Belgeya ku pêwîstiya doktoran pê heye ku dixwazin bi wê belgeyê biçin welatên curbecur û li wan welatan bijîşkiyê bikin, ji aliyê TTBê ve tê amadekirin.
Serlêdanên ji bo "Belgeya Nîşandana Rewşa Kesane" ên di 10 salên dawîn de ji 2012an heta 2022an li TTBê hatine kirin wiha ne:
"Belgeya Nîşandana Rewşa kesane" ewe ku doktorên dixwazin biçin derveyî welat û li wir karê xwe bidomîne daxwaza vê belgeye dikin. Di vê belgeyê de zanyariyên têkildarî qeydên sicîlê û ka di sicîlên pîşeyî yên berê yên doktoran de sûc hene an nîne tê nîşandan.
Belgeya Nîşandana Rewşa Kesane ji aliyê Konseya Navendî ya Yekitiya Doktorên Tirkan ve tê amadekirin.
(ED/TY/AY)