Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Malpera yutmayiz.org malpereka Greenpeaceyê ye ku raporên li ser zererên xwedîkirina mirîşkên ziraetê yên li ser saxlemiya mirovan û derdorê belav dike. [Yutmayız: Em naxapin]
Şirketên xwedîkirin û firotina mirîşkên ziraetê(bêladî) yên bi navê Banvit, Beypiliç, Keskinoglu û Şenpiliçê hişyarînameyek belav kir û xwest Greenpeace malpera xwe ya yutmayız.org bigire.
Hefteya borî Greenpeaceyê raporeka bi nave ‘’Tinekirina Dinyayê’’ belav kiribû.
Encamên berbiçav ên rapora Greenpeaceyê:
- Mirîşkên ku li dema 42 rojî ne, divê 435 gram bûna lê ji ber dayina antîbîyotîkan ew 2,5 kêlo ne.
- Ji bo mirîşk bi kêloyekê qelew bibin, 4 ton av tê xerckirin.
- Ji sedî 18ê gaza dora dinyayê wek serayekê dorpêç dike bi xwedîkirina heywanan derdikeve, ji sedî 8ê gazê ji xwedîkirina mirîkan derdikeve.
- Ji 3yê 1ê zewiyên tên kêlandin ji bo xwedîkirina heywanan têne kêlandin.
- Li Tirkiyeyê her sal milyonek mirîşk tên serjêkirin
- Li 20 salan xwedîkirina mirîşkan qasî 5 qetê xwe zêde bûye.
- Li yek metreya çargoşik 18 mirîşk bêyî ku tavê bibînin tên xwedîkirin.(NV/MB)
Daxwazên Greenpeaceyê yên ji xwedîkerên mirîşkan
1) Bi lez û bez dest ji bikaranîna maddeyê antîbîyotîk û antîmîkrobîyal berde. 2) Çînîyê xwemalî bi kar bîne. Bila maddeyên MGD tê de nebe 3) Li zincîra xwarinê cih nede ti maddeyê jehr tê de heyî. 4) Ji bo tu hindik jî be eziyeta li heywanan kêm bikî van tiştan pêk bîne. : * • Mirîşkan ji qefesan derbêxe * • Bihêle bila mirîşk ji xwe re bigerin. * • Ne bi tenê ji bo xwedîkirinê li her demê peydakirina heywanan nehêle eziyet li wan bibe. • Xebatkaran perwerde bike ku ew eziyetê nede heywanan. 5) Te hay ji mafên xwedîkerên heywanan yê hevpeyman hebe, bila ji ber nefirotina mirîşkan tehsîr li wan nebe. 6) Nehêle zilqa mirîşka zererê bide derdorê. Ji bo parastina neslên mirîşkan mirîşkên xwemalî yên ji cûreyên cida xwedî bike. 8) Ji bo tu van guhertinan heta 2020ê pêk bînî plana xwe dîyar bike
|