Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê di roja 21em de didomin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Xezeyê, Îsraîlê tevahiya şevê Xeze bombebaran kiriye.
Leşkerên Îsraîlê bi ser wargehên Cenîn û Nablusê yên li Şerîeya Rojava ne girtine. Di serdegirtinan de 2 filistînî mirin û 12 filistînî jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya WAFAyê, Filistîniyên bi navê Abdullah Besam Ebûl Heyca û Eyser Muhammed el-Amir di dema serdegirtina Cenînê de bi guleyên hatin kuştin.
Îsraîlê malên sivîlan li herêma Xan Yûnisê ku li başûrê Xezeyê ye kir armanc. Di êrîşan de herî kêm 15 Filistînî mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ragihand ku li hemberî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, wan bi mûşekan êrîşî paytexta Îsraîlê Tel Avîv û Yafayê kir.
Li Xezeya ku Îsraîl ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve bombebaran dike heta niha zirar li 190 hezar xaniyî ketiye û 29 hezar xanî jî bi temamî hilweşiyane.
Li gorî hikûmeta li Xezeyê, di êrîşan de 79 avahiyên hikûmetê, 38 mizgeft, 3 dêr û 189 dibistan hatine bombekirin. Ji dibistanan 25 ji xizmetê ketine.
(NT/AY)