Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnameya Jînepsê ya çerkesan jî di nav wan rojnameyan de cihê xwe girtiye ku ragihandibûn û gotibûn em nikarin ji ber vîrûsa Covîd-19yê weşanê bikin .
Herweha rojnameya Jînepsê ya ku mehane weşanê dike ragihandîye û diyar kiriye, ew ê hejmara meha Nîsanê li ser înternetê bi şêweyê PDF belav bikin.
Di rojên borî de rojnameya rojane ya Yenî Yaşamê û ya heftane ya Agosê jî ragihandibû ku ji ber vîrusê ew ê êdî weşanên xwe li ser înternetê bi formata PDFê bikin.
Endamê desteya weşana rojnameya Jînepsê dîyar kirîye û gotîye: “Ji ber şert û mercên heyî em kişîyane malen xwe û me biryar daye ku em ê hejmara Jînepsê ya meha Nîsanê li ser înternetê bi şêweyê PDFê belav bikin. Bêguman ev ji mecbûrîya ye."
Rojnameya Jînepsê him li Tirkîyeyê him jî li dîasporayê jîyan û pirsgirêkên çerkesan ji xwe re dike mijar. Di 2005an da dest bi weşanê kirîye û mehane ye. (HA/AY/FD)