Fotograf: Hikmet Adal / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rewşeke nû ji bo 9 rojnamegerên ku di 25ê Çiriya Pêşiyê de li neh bajaran hatibûn desteserkirin û di 29ê Çiriya Paşiyê de hatibû girtin, derketiye holê.
35 roj in rojnameger girtî ne û hîna ji bo wan îdianame nehatiye amadekirin. Her weha ti karek ji bo daxwaznameya ku parêzerên wan a li dijî biryara girtina wan daye, nehatiye kirin.
Li gorî zanyariyan, ji ber ku dozger li bêhnvedanê ye, ti karek jibo daxwaznameyê nehatiye kirin û dosya jî şandine Dadweriya Aştî û Cezayî. Bêhiqûqiya heyî bi devkî ji parêzeran re gotine.
Dîsa, bêyî ku parêzerên rojnamegeran agahdar bikin, lêkolîna girtina rojnamegeran a mehane hatiye kirin. Li gorî qanûnan divê piştî girtinê bi mehekê ev lêkolîn bê kirin, lê dadweriya ku biryara girtina rojnamegeran daye, di roja 20an de lêkolîn kiriye.
Yek ji parêzerên rojnamegeran Resûl Temûr bi Zemo Aggoz, nûçegîhana Mezopotamyayê re axiviye û gotiye: “Li Enqereyê bi tenê li şahidên nepen guhdar kirine. Ev nayê wê wateyê ku di dosyayê de erkdar Enqere ye. Ji ber ku operasyon li Enqereyê hatiye birêvebirin û her diçe navenda her cûre dozên derbarê siyaseta kurdan de dibe Enqere, ev nîşan dide ku pratîkeke din a dadgehkirinê ya nû hatiye sazkirin. Armanc ne dadgehkirin e, dixwazin rasterast ji ber hev bixin û nema bikaribe kar bikin û bi vî rengî ceza bikin. Ti sedemeke din nîne ku navenda lêpirsîna derbarê çapemeniya kurdan de Enqere be.”
Temûrhi her weha diyar kir ku bêyî hayê parêzeran jê biçin lêkolîna girtîtinê kirine û dadweriya ku biryara destpêkê ya girtinê kiriye, ev lêkolîn kiriye, ev ne tesadif e.
Çi bûbû?Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin. 2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê, ku li ser daxwaza Serdozgeriyê ji bo dosyeyê biryara nepenîtiyê dabû. Dîsa li ser daxwaza dozgeriyê, 5emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiriye. Her wiha dozgeriyê dema desteserkirina rojnamegeran rojekê dirêj kiriye. Parêzeran biryara dirêjkirina dema desteserkirinê û nepenîtiyê qebûl nekiriye. Nûçegihanên MAê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren duh hatibûn desteserkirin. Her wiha Midûra Karên Nivîsê ya MAyê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê û nûçegihanê MAyê Hakan Yalçin li Wanê hatibû desteserkirin. |
(HA/FD)