Polîsan li taxa Çemkûrkê ya Cizîra Şirnexê bi ser mala Selamet Turanê de girtin û Turan desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Polîsên serê sibehê çûne mala Turan a li taxa Çemkûrkê, di nava malê de lêgerîn kirine. Piştî lêgerînê Turan desteserkirin û birinê Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Sedema desteserkirina Turanê heta niha diyar nebûye.
Her weha danê sibehê rojnameger Kibriye Evren jî hatibû desteserkirin.
(HA/AY)