Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Ariyî ya 10an aşkere bûye. Li gorî daxuyaniya Weşanên Sorê, Rêzan Diljenî xelata Pêşbirka Helbestan a Arjen Ariyî qezenc kiriye.
Jûriya ku ji Lal Laleş, Îrfan Amîda, Zahir Kayan, Yehya Omerî û Necla Ariyê pêk hatiye, piştî nirxandina dosyeyan, biryar daye ku dosyeya Rêzan Diljenî ya bi navê “Deftera Qetayî” bê xelatkirin.
Her weha îsal biryar e ku “Xelata Rûmetê” bidin siyasetmedarê ermen Garo Paylanî. Li gorî daxuyaniya ku Weşanxaneya Sorê û Malbata Arjen Ariyî weşandiye, Ji ber “Rêzdar Paylan bi salan e di nav têkoşîna nasname û statuyê ya kurdan de bi awayeke çalak cî digire, ji bo di navbera gelan de wekhevî û biratî pêk were di warê siyasî de kedeke girîng dide” ev biryar hatiye dayîn.
Piştî ku diyar bibe wê cih û dema xelatdayînê bê aşkerekirin.
Di sala 2000an de li Êlihê ji dayik bûye. Li Wanê li zanîngehê diransazîyê dixwîne. Helbest, çîrok, werger û nivîsên wî di kovar û malperên weke Nûbihar, Dilop, Bar Helbest, Kurdeçîrok û Çandnameyê de weşiyane. (FD)