Raportora Taybet a Parazvanên Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Mary Lawlorê têkildarî doza Tahîr Elçiyî ku danişîna biryarê wê sibê pêk were, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Lawlorê got ku ew ê şopandina doza kuştina Tahîr Elçiyî bidomîne:
“Ez hêvî dikim ku berpirsiyarên kuştina Elçî wê bi biryara sibê bên cezakirin. Girîng e ku berpirsên kuştinê li pêşberî dadgehê hesab bidin û mirina Elçî bêceza nemîne.”
28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin
Serdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye.
Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan.
Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta "bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê" ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi "kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî" tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.
Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin.