Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MEDê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), serdana Girtîgehê kirine.
Rêxistinên navborî di 22yê Gulanê de çûne girtîgehê û piştî wê jî raporek amade kirine.
Di raporê de hatiye destnîşankirin, ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Lyê ya Hejmara 7an a Sîlîvriyê, bi 5 girtiyan re hatiye axaftin û hatiye gotin, di qawişekî de 38 kes dimînin û ew kes dikuxin.
Di raporê de hatiye gotin ku li heman beşî 15 qawiş di karantînayê de ne û 107 girtî jî bi vîrusa Covîd-19ê ketine.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku girtî nikarin bi hêsanî kel û pelên paqijiyê yên şexsî peyda bikin. 2 mehin girtiyan dernaxînin revîrê û rojnameyan jî nadin wan.
Di raporê de hatiye diyarkirin, hin gardiyan maske û lepikan bikarnahînin, dermankirin û dezenfektekirin jî bi başî nayên kirin.
Di beşekî raporê de wiha hatiye gotin: "M.F.Ç. û A.K. 80 roj in hatine girtin û ji roja ku hatine girtin heta niha li hucreya yek kesî tên hiştin" û parêzer jî nikarin bi hêsanî hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin."
Di raporê de hatiye gotin, rewşa stokê ya li kantînan kême û divê kel û pelên paqijiyê bidin girtiyan û bi başî paqijî bê kirin, girtiyên nexweş, ê bi temen, bi zarok û ducanî bên berdan, pêşniyarên Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) li ber çavan bên girtin û raya giştî bê agahdarkirin. (AY/FD)
* Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê