Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) qedexeyên roja hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê di Rojnameya Fermî de weşandiye.
Li gorî vê daxuyaniyê, 31ê Adarê roja yekşemê, saet ji 06.00ê heta 24.00ê vexwarin û firotina her cure vexwarinên bi alkol wê qedexe be.
Di dema dengdanê de, hemû qahwexwane, cafeyên înternetê û yên weke wan girtî bin, li xwaringehên ku bernameyên şahiyê jî lê çêdibin, tenê wê xwarin bê dayîn.
Roja dengdanê, tenê piştî saet 18.00ê wê destûra dawetan bê dayîn ku divê ew jî li gorî rêzikên hilbijartinê be.
Ji bilî endamên asayişê hilgirtina çekan li gund, bajarok û bajaran qedexe ye.
Roja hilbijartinê heta saet 18.00ê, belavkirina nûçeyan, şîrovekirina di her cure dezgehên medyayê de wê qedexe be.
Hemû dezgehên medyayê tenê wê bikaribin ew nûçe û belavokên ku YSK dê belav bikin, di navbera 18.00ê û 21.00ê de bi weşînin.
Qedexeya li ser weşanê wê saet 21.00ê biqede û heke YSK hewce bibîne dibe beriya saet 21.00ê jî ev qedexe bê rakirin. (HK/FD)