Fotograf: JinNews
Li Amedê, polîsan edîtor û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê û JiNewsê desteser kirine.
Polîsan destê sibehê bi ser malên rojnamegeran de girtine. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan ê Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra Nûçeyan a JinNewsê Safiye Alagaş, edîtora JinNewsê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Mehmet Yalçin hatine desteserkirin. Feynaz Koçuk jî li Stenbolê hatiye desteserkirin.
Ajansımıza polis baskını https://t.co/erSo5TopnJ pic.twitter.com/cPsi3rDU8t
— Jin News (@jinnewsturkce) June 8, 2022
Di serdegirtina malan a li Amedê de polîsan rojnameger Mehmet Alî Ertaş jî desteser kiriye. Polîs li cihê ku Ertaş lê dimîne lêgerîn pêk anîne û ew 10 saetan kelemçekirî sekinandine. Paşê jî ew birine Midûriyeta Polîsan.
Rojnameger Lezgîn Akdenîz û Kadîr Bayram dema ku ji navçeya Çinarê diçûne navenda Amedê bi sedema ku "divê îfadeyê bidin" bi rê de ew desteserkirin. Nehatiye zanîn bê ka Akdenîz û Bayram ji ber kîjan lêpirsînê hatine desteserkirin.
Polîsan di heman demê de bi ser ofîsa JinNewsê ya Amedê de girtine û bêyî ku rayedarekî Ajansê li wir be li nava ofîsê geriyane. Polisan piştî lêgerînê dest danîne ser harddîskên kompûteran.
Li gorî zanyariyan biryara desteserkirina 30 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatiye dayîn.
Li gorî zanyariyan rojnameger ji ber lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê birêve dibe, hatine desteserkirin. Serdozgeriyê her weha biryar daye ku naveroka dosyayê aşkere neke.
Parêzeran daxwaza naveroka biryara dadgehê kiriye, lê dozgerî gotiye ku "hîna xebatên lêgerîn û desteserkirinê dewam dike" û ev daxwaz qebûl nekiriye. (FD)