Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Parlementera Şirnexê ya HDPê Leyla Birlik hat tehliyekirin.
Birlik di 4ê Mijdara 2016an de di çarçoveya operasyonên li dijî hevserokên giştî û parlementerên HDPê de hatibû girtin.
Parlementera HDPê Meral Daniş Beştaş agahiya tehliyekirina Birlikê di hesabê xwe yê twitterê de parve kir.
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Cîgirê Koma HDPê û Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken, parlementerên bi navê Leyla Birlik, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu û Abdullah Zeydan di 4ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin.
Parlementerê Colemêrgê Nihat Akdogan jî di 7ê Mijdarê de hatibû girtin.
Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Derbarêr Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera Wanê Tuba Hezer de jî biryara girtinê hatiye dayîn.
Cîgira Koma HDPê Çaglar Demirel û Parlementera Sêrtê Besîme Konca jî di 13ê Kanûnê de hatibûn girtin.
Bi tehliyekirina Birlik ve, hejmara parlementerên girtî yên HDPê kete 11an.
(BK/YO)