Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzerê nivîskar Abdulmenaf Osmanê piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket, li dijî biryara “dersînorkirin” û “çavdêriya fermî” ya ji bo 6 mehan, serî li dadgehan da.
Osman di 3yê Îlonê de ji Girtîgeha Tîpa Tyê ya Akhîsarê ya Manîsayê tehliye bûbû û niha li Navenda Dersînorkirinê ya Edîrneyê tê ragirtin.
Parêzer Halîl Coşkûnî li dijî biryara dersînorkirinê serî li Dadgeha 1em a Rêvebirî ya Manîsayê û li dijî biryara çavdêriya fermî jî serî li Dadweriya 2yem a Aştî û Cezayî ya Edîrneyê da.
Li gorî nûçeya MAyê, parêzerî di daxwaznameya xwe de got, Osman yek ji wan kesan e ku li gorî Qanûna Hejmar 6458an nabe bêdersînorkirin. Her weha biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bibîr xistine.
Coşkûnî diyar kir ku bêyî sedemên biryara dersînorkirinê bên nişandan, xalên yasayê hatine rêzkirin û ev jî ne hiqûqî ye.
Her weha got ku biryara dersînorkirinê ji hêla erk û karûbarên rêvebiriyê ve ne hiqûqî ye û ger biryar pêk bê, wê hin encamên telafîkirina wan ne mimkun e derkevin holê û jiyan û azadiya Osmanî bikeve xetereyê.
Parêzerî di daxwaznameyê destnîşan kir ku biryara çavdêriya fermî di nava xwe de gelek xalan binpê dike. Coşkûnî diyar kir ku bi vê biryarê mafê azadî û ewlehiya şexsî binpê dike û li dijî Xala 5an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û xala 19an a Destûra Bingehîn e. Parêzer Coşkûnî got ku tiştên beriya niha bi 30 salî pêk hatine, bûye sedema biryara çavdêriyê û ev jî li gorî yasayê tê waeya ku dem di ser re bihuriye.
Di sala 1965an de li Hasekê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayi û navîn û lîseyê li wir xwendiye. Pişt re li Zanîngeha Şamê Beşa Jeolojiyê xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî di sala 1993yan de hatiye girtin û cezayê mûebedê li birîne.
Pirtûkên wî: Girê Şêran, Şînok, Namûsname, Piling, Şoreşname 1, Silava Bajariyan, Sînor, Lênûska Leyla, Sêbareya Zindanê - 1: Cuhû, Sol. (NT/FD)