Parêzer Feyza Altun piştî derket pêşberî dadweriyê, bi şertê kontrola edlî serbest bû. Ji ber peyameke Altunê ya li ser medyaya civakî, Serdozgeriya Komarî ya Beykozê bi tometa ku “dijminatiyê di nava gel de belav dike” lêpirsîn ji bo Altunê dabû destpêkirin.
Polîs çûbûn mala Altunê û ew desteser kiribûn. Piştî li navenda polîsan îfade da, Altun birin Edlileya Beykozê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, dozgerî îfadeya Altunê stand û xwest ku ew bê girtin.
Altun birine ber Dadweriya Aştî û Cezayî û dadweriyê bi şertê kontrola edlî Altun serbest kir.
Altun wê nikaribe derkeve derveyî Tirkiyeyê û wê di hefteyê de du caran li navenda polîsan îmzeyê bivavêje. (VC/FD)