Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li ser dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve meheke derbas bûye û hejmara rojnamegerên ku di şerî de mirine herku diçe zêdetir dibe.
Herî dawî Oksana Baulina, xebatkara malbera nûçeyan ya serbixwe ya li Rûsyayê The Insiderê di êrişa hêzên Rûsî de hatiye kuştin.
Baulinaya ku 42 salî dema dîmenê hilweşîna ji ber bombebarana Rûsyayê ya li herêma Podîl a Kîevê girtiye, hatiye kuştin. Her weha bi Baulinayê re sivîlek miriye û du jî birîndar bûye.
Insiderê sersaxî ji malbat û hevalên Baulinayê re xwestiye û gotiye, "Em ê li ser sekinandina sûcên şer ên Rûsyayê û şerê li Ûkraynayê ku di encamê de sivîl û rojnameger mirine, tevî wêrankirina cih û waran jî berdewam bin ."
Baulina piştî dagirkirina Ûkraynayê ji aliye Rûsyayê ve şeşemin rojnamegere ku miriye.
(HA/AY)