Nûbiharê yek jê bi kurmancî, yek jî bi zazakî/kirmanckî, du pirtûkên helbestan çap kirin.
Yek ji van pirtûkan, a Welat Dilkenî ye ku navê “41+1” e û ji helbestên kurdiya kurmancî pêk hatine. Dilken beriya niha jî çendîn pirtûkên helbestan nivîsandine û her weha roman û çîrokên wî jî çap bûne.
Pirtûka din ya Cûma Alî Karamanî ye ku ev pirtûk jî bi zazakî/kirmanckî ye. Navê pirtûkê “Vila Koyûn” e û yekem pirtûka Karamanî ye.
(FD)