Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan(IHD) derbarê 85 saliya Komkujiya Dêrsimê de daxuyanî daye.
Komeleya Mafên Mirovan destnîşan kiriye ku qetlîamên di 1937-38an de hatine kirin, komkujî ye û gotiye, “divê bi komkujiyê re rûbirû bibin.”
ÎHDê lêborîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a di sala 2011an de di dema Serokwezîrtiya wî de ya derbarê Komkujiya Dêrsimê de bibîr xistiye û gotiye, "Ji bo dewlet bi Dêrsimê re rû bi rû bibe, pêwîste di nava Meclîsê de 'Komîsyona Heqîqetê ji bo Dêrsimê' bê avakirin. Li gorî pêşniyarên komîsyonê yên piştî qedandina xebatên komîsyonê divê sazkirinên qanûnî were kirin ji bo naskirina qirkirinê, lêborînê û çareseriyên edaletê yên mayînde."
IHDyê daxwazên xwe weha rêz kiriye:
Belgefîlman 38an (Jêrnivîsa bi Tirkî | Streaming Copy) from Surela Film on Vimeo.
Belgefîlma bi navê “Dersim 38” di sala 2006an de ji aliyê derhêner Çayan Demîrelî ve hatiye amadekirin.
Belgefîlma bi navê “Dersim’in Kayıp Kızları’(Keçên Wenda yên Dêrsîmê) ji aliyê derhêner Nezahat Doganê ve hatiye amadekirin. Belgefîlm li du çîrokan pêk hatiye.(RT/AY)