Dîroka Weşanê: 15 Sibat 2023 15:32
Nûkirina Dawî: 15 Sibat 2023 16:38

ERDHEJÊN 6Ê SIBATÊ

Mûrat Kûrûm: Divê 50 hezar û 576 avahî bilez bên hilweşandin

Mûrat Kûrûm, Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Iklîmê aşkere kiriye ku li 10 bajarên erdhejan lê bandor kiriye, 387 hezar û 346 apartman hatine lêkolînkirin û ji wan 50 hezar û 576 apartman bi xisar in û divê bilez bên hilweşandin. Her weha 279 hezar û 655 avahî jî hatine tespîtkirin ku hinek ji wan kêm xisar in ango bê xisar in.
Mûrat Kûrûm: Divê 50 hezar û 576 avahî bilez bên hilweşandin
https://bianet.org/haber/murat-kurum-dive-50-hezar-u-576-avahi-bilez-ben-hilwesandin-274317
2024-07-22 20:12:55