Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weke her sal, îsal jî wê civîna 14an a xelatdayînê ya Hrant Dînkî ya Navnetewî wê di 15ê Îlonê de ango roja jidayikbûna Hrant Dînkî pêk bê.
Merasîma xelatdayînê wê online be û li ser hesabên medyaya civakî (YouTube, Facebook, Twitter, Instagram) yên Weqfa Hrant Dînkî û malpera weqfê bê weşandin. Xelatgir wê di dema merasîmê de bên aşkerekirin.
Axavtinên ku cesaretê didin mirovan ên balê dikişînin ser girîngiya têkoşîna mafparêziyê, edalet û aştiyê, performansên muzîkê yên bi taybet ji bo wê şevê hatine amadekirin wê bên weşandin. Her weha wê di dema merasîmê de xelatgir jî biaxivin. Merasîm wê saet di 20.00ê de destpê bike.
Kes û saziyên di sala 2022yê de li Tirkiye û cîhanê, ji bo mafên mirovan, li dijî zayendperestiyê, bêedaletiyê, krîza îklîmê û şer xebitîne û di van mijaran re ronî dane ser mirovan û mirovahiyê, wê di beşa “Roniyên” 2022yê de bên nasandin.
Xelatê her sal ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê didin wan kes, sazî yan jî rêxistinan ku ji bo cîhan ji cidaxwazî, nîjadperestî û tundkariyê bê paqijkirin, yek adil û azad karan dike, ji bo van armancan rîskan hildigire, ji tiştên deratedî cidatir tiştan bike, zimanê aştiyê bikar bîne û dema van dike, di rêya têkoşînê de ji bo mirovên din dibe mînak.
Kesên ku heta niha hatine xelatkirin ev in:
(HA/FD)