Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Piştî bi piştgitiya Hêzên Çehdar ên Tirkan(TSK) Artêşa Azad a Sûriyeyê(AAS) Cerablûs kontrol kir, rewş guherî.
AAS ji duhî ve bi Artêşa Sûriyeya Demokratîk ya ku Minbic vegirtiye re şerî dike.
Li gor ANFyê şevê dî balafirên şerî bombe barandine ser Gundê Amarnayê yê ku di navbera Minbîc û Cerablûsê de ye.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Doganê ji rayedarekê leşkerî ragihandiye. Balafirên bê balafirajo cihê hin YPGyîyên 10 kîlometreyan li bakurê Minbîcê tespît kiriye û Obûsên li Karkamişê bombe berdane wan.
AASyê da zanîn ku ew ber bi rojavayê ve bi pêş dikeve û armanca wê ew e ku navçeya El Babê kontrol bike. El Bab navçeyek e ku di navbera Kobanî û Efrînê de ye.
Hişîn: TSK, Kesk: AAS, Zer: HSD, Reş: DAIŞ Çavkanî: syria.liveuamap |
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê li ser dagirkirina Cerablûsê û bicihkirina hin hêzên bi El Qaîdeyê re têkildar da zanîn ku ew dê li dijî vê yekê bin.
‘’Em ji YPGyê re spas dikin ku wê ji bo em gundan ji DAIŞê paqij bikin arîkariya me kir û vegeriyan.’’
(HK/MB)