Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Doktor Omer Farûk Gergerlîoglû, parlamentere Kocaelîyê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) piştî ku parlamenteriya wî hat betalkirin li meclîsa nobeta edaletê dabû destpêkirin. Rêxistinên Civaka Sivîl jî piştgirî dane Gergerlîoglû.
Daxuyaniya 13 rêxistinên mafparêz weha ye:
“Em bi Omer Farûk Gergerlîoglûyî re ne! Li gor xala 80emîn a Dadgeha Destûra Bingehîn xespkirina mafê parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû li ser navê demokrasiya me cîhê rûreşiyê ye. Gergerlîoglû nûnerê tevahî welatiya ne li meclîsê.”
“Em li gel têkoşîna maf, hiqûq û demokrasiyê ya Omer Farûk Gergerlîoglûyî ne. Em li bendê ne Dadgeha Destûrî demildest serlêdanê lêbikole û biryarê bide ku mafê Gergerlîoglû hatiye binpêkirin.”
Rêxistinên maf yên daxuyanî dane ev in:
Însiyatîfa Welatiyan a Bodrûmê, Meclîsa Enqereyê ya Hewldana 78an, Hewldana Azadiya Fikir a Enqereyê, Koma Diyalogê ya Yekitî Ji Bo Demokrasiyê, Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat, Komeleya Çavdêriyê ya Mafên Wekhev, Platforma Edalet û Maf, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Komeleya Rojnamegeriya Serbixwe a Punto 24ê, Forûma Çandê a Tirkiye-Almanyayê, Hewldana Welatiyan û Komeleya Welatîbûnê.
(EMK/AY)