Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî mirina du zarokên ku li Qileban, navçeya Şirnexê dema ajalan diçêrîne pê li mayînê kiribûn, daxuyanî daye.
Baroyê destnîşan kiriye ku mayîn pirsgirêka mafên mirovan e û gotiye:
“Dewleta Tirk li gor Peymana Ottawayê divê erdê ku di nav sînorê dewletê de ye ji mayînan paqij bike û xebatên zanedarkirina sivîlan pêkbîne.”
“Ji ber berpirsiyariya ku di peymanê de ye nehatiye cîbicîkirin mafên jiyanî yên du zarokan hatine binpêkirin.”
Li mezraya Yekmala gundê Yemîşliya Qilebana Şirnexê Yûsûf Atayê 14 salî û Caner Sakê 16 salî dema ajalan diçêrîne pê li mayînê kiribûn.
Her du zarok duh li gundê yemîşliyê hatine binaxkirin.
(AÖ/AY)