Îro danê sibê li Stenbol û Mêrsînê di serdegirtina malan de gelek kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan li navçeyên Esenyûrt, Esenler, Maltepe, Pendîk û Kagithane yên Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku polîsên bi ser malan de girtin tundî li şêniyên malan kirine û bi taybetî jî li Esenyûrtê bi copan li mil, dest û lingên kesên di malan de dimînin xistine û tiştên malê belav kirine.
Hat diyarkirin ku kesên desteserkirî birine Midûriyeta Polisan a Stenbolê. Derbarê hejmara kesên hatine desteserkirin de agahiyek nehat bidestxistin. Ji bo dosyaya kesên hatine desteserkirin heta 24 saetan biryara bisînorkirinê hate dayîn.
Navên hin kesên hatine desteserkirin wiha ne:
“Şahîn Ozyildirim, Riza Kaplan, Nesîm Ozkan, Nûreddîn Aydogan, Helîn Akman, Alattîn Altintaş, Erkan Talaş û Şukru Guler, Ûmût Delîl Aksoy, Devran Kûrt, Resûl Gedlec, Melîke Akman, Mîzgîn Akman.”
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ya bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” de îro li navenda Mêrsînê û navçeya Tarsusê bi ser gelek malan de hate girtin.
Di serdegirtinan de ji rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Nûray Şahîn û Fatma Demîr, Yilmaz Sevdîk, Hasan Huseyîn Bayar, Rojhat Tutmaz, Muhammet Tutmaz, Firaz Aka, Abdullah Çetîn û Hamdûllah Ozen hatin binçavkirin. Ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepeniyê hate dayîn û xwegihandina dosyayê ya parêzeran ji bo 24 saetan hate bisînorkirin.
(TY/AY)