Îro di saet 12.54an de li taxa Yeşîlyurt a Meletiyê bi pileya 4,3an erdhejek pêk hat.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn (AFAD) hatiye weşandin, erdhej 14,27 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Li gor daneyên fermî piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an li Meletiyê 1237 kes mirin û 6444 kes jî birîndar bûn. Li bajêr yek ji cihên ku herî zêde zirar dîtiye navçeya Navendî ya Battalgaziyê ye û ya din jî Taxa Yesîlyurtê ye ku sîteyên luks lê hene.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Meletiyê hejmara avahiyên ku di erdhejê da zirarên mezin dîtine 35 hezar û 907 e, yên ku zirarên normal lêketine jî 2 hezar û 525 in. Li bajêr di salekê de 28 hezar û 921 avahî hatin hilweşandin.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUÎK) di sala 2023an de li Meletiyê 5 hezar û 738 kes mirine. (TY/AY)