Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bahoza Danielê ya ku li Tirkiye, Bulgaristan û Yewnanîstanê bû sedema mirinan, li Lîbyayê wêraniyeke mezin pêk aniye. Bandora bahozê li gelek bajarên wekî Derne, Bîngazî, Beyda û Mercê bûye.
Li bajarê Derna kul i rojhilatê wî welatiye hejmara kesên ku ji ber bahoz û lehiyê mirine, ji 3 hezarî derbas kiriye.
Lehiya ku piştî hilweşîna du bendavên kevn li bajarê Derna piştî bahozeke dijwar rû da, çaryeka bajêr bi temamî jinav biriye.
Veguhastin li Dernayê bi piranî qut bûye û serkirdeyên herêmî gotine ku rewş "ji kontrolê derketiye û ev karesatek e".
Federasyona Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî (IFRC) jî ragihandiye ku hejmara kesên winda bûne 10 hezar û wan ev agahî ji çavkaniyên serbixwe girtine.
Heyva Sor ragihandiye ku li bajarê Bîngaziyê nêzî 250 kes mirine.
Tirkiye jî di nav de gelek welatan alîkarî şandine Lîbyayê.
(NT/AY)