Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Îtalyayê ji ber vîrûsa Kovîd-19yê heta niha 366 kes mirine û ji bo bergirîyê ji ber ku kes zêde girtine bin karantînayê li hemû alîyên jîyanê tesir kiriye.
Giuseppe Conte, Serokwezîrê Îtalyayê çûn û hatina 14 bajar û herêma Lombardiya girtîye û ew herêmana girtine bin karantînayê.
Bê bergirîya karantînayê li welêt çûna seremonîyên olî, bernameyên werzîşî, klapên şev, bar, sinema, şano zanîngeh û dibistan herî kêm bi du hefteyan hatiye rawestandin.
14 bajarên ku di bin karantînayê da ye ev in:
Modena, Parma, Pîacenza, Reggîo Emîlîa, Rîmînî, Pesaro e Urbino, Alessandrîa, Astî, Novara, Verbano Cusîo Ossola, Vercellî, Padova, Trevîso û Venedîk e.
Salvatore Farîna, Fermandarê Hêzên Bejayî jî li ber vîrûsa covîd-19yê ketîye û li mala xwe di bin karantînayê da ye.
Li gor nûçeyên çapemenîya Îtalyayê, li girtîgeha bajarê Modenaya ku dikeve bakurê welêt, girtîyan ji bo li girtîgehê rê li vîrûsê bê girtin serîhilda ne.
Dihat îddîa kirin ku Papa Francis bi şewba covîd-19yê ketiyê lê ji ber van angaşta Papa Francis ayîna yekşemê ya heftane li şaneşîna ku li Meydana Saînt Petrûsê ye pêk ne anîye, bi weşana zindî pêk anî ye. Herweha tê gotin ku Papa Francis bi şewba asayî ketîbû ne covîd-19yê.
Hatiye ragihandin, muzexaneya Vatîkanê heta 3yê Avrêlê girtî ye. (TP/AY/FD)