Fotograf: Rûdaw
Ji ber zêdebûna hejmara nexweşên koronavirusê ango Covid-19ê di rojên dawiyê de, li tevahiya Hewlêrê çûn û hatin ji bo dema 5 rojan hatiye qedexekirin.
Jûra Operasyonan a Hewlêrê piştî civîna bi Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê re di nava xwe de kombûnek pêk aniye.
Li gorî nûçeya Rûdawê piştî civînê saziyê daxuyaniyek weşandiye û têde ragihandiye ku “ji 30 Hezîranê ve heta 4ê Tîrmeha 2020an qedexeya hatin û çûnê li nav bajarê Hewlêrê û tevahiya qeza û nahiyeyên parêzgeha Hewlêrê were ragihandin.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku “qedexeya hatin û çûnê her roj ji demjimêr 06:00 sibehî dest pê dike û heta 12:00 şev berdewam dibe.”
Di wan demjimêrên ku rojane qedexeya hatin û çûnê heye, ji bilî tîmên tendirustiyê, hêzên ewlehiyê, hêzên navxwe, ambulans, dîplomatên rêxistin û ajansên Netewên Yekgirtî, kompaniyên sotemeniyê yên neft û gaze, hêzên ewlehiyê yên ku di erkên fermî de ne, fermangehên xizmetguzarî yên weke berevaniya sivîl, av, elektrîk, şaredarî, baxçe û park û kompaniyên paqijkirina bajar, hemû hatin û çûnek li tevahiya sînorê parêzgeha Hewlêrê qedexe ye.
Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê, herwiha ragihandiye, ji bo asankariya bo hemwelatiyan biryar hatiye dan, ku “semomxane û firinên nan, markêtên li taxan, dikanên firotina şînkayî û mêweyan û dermanxaneyên nobedar vekirî bin.”
Li gor daxuyaniyê, herwiha otomobîlên gihadina dermanan, otomobîlên gihandina gazên malan û tankerên veguhastina sotemeniya jeneratoran dikarin li ser karê xwe berdewam bin.
Li gorî nûçeyên ku di medyaya Herêma Kurdistanê de hatine weşandin, Ji destpêkê ve heta niha ji 130 hezar û 892 kesan re test hatine kirin. Li gor encamên wan testan, 5 hezar û 672 kes bi Covid-19ê ketine û ji wê hejmarê jî 1 hezar û 675 kes jî baş bûne. Li gor daneyên fermî 186 kesan jî mirine.
Niha li tevahiya Herêma Kurdistanê 3 hezar û 811 pêketiyên koronayê li nexweşxaneyan tên dermankirin. (FD)