Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Riha û Semsûrê, ji ber barana zêde lehî rabûye. Riha û Semsûr di 6ê Sibatê de di bin bandora erdhejê de mabûn.
Li Rihayê 4 kes di bin avê de mane û mirine. Li Taxa Tandoganê li binesaziya xaniyekî cenazeyê 5 kesan hatiye dîtin.
*Riha
Duh li Rihayê baranê destpêkiribû û li Eyûbiyê, Haliliyê û Karakopruyê gelek kolan û tax di bin avê de mabûn.
Li navçeya Tûtê ya Semsûrê jî konteynirek ketibû ber avê û di encamê de kesek miriye, 4 kes jî winda bûne.
Li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê jî ava çem rabûye û di encamê de lehî rabûye. Gelek konên li vê herêmê û mal di bin avê de mane.
Li Mereşê jî konbajar di bin avê de mane.
Wezîrê Karûbarên Naxweyî Suleyman Soylûyî derbarê lehiyê de gotiye ku “Waliyên me, fermandarê me yê cendermeyan, midûrên me yên herêmê liv ir in. Rê vekirîne, elektrîk û av heye. Tedbîr û hişyarkirên mi dewam dikin. Divê bir çeman dûr bikevin.” (RT/FD)