Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên nû yên enflasyona meha Tîrmehê aşkere kirin.
Li gorî TUÎKê enflasyona mehane li gorî meha borî du qat zêde bûye û derketiye ji sedî 3,23an. Her weha ya salane jî bûye ji sedî 61,78. Li gorî ENAGê jî enflasyona mehane ji sedî 5,91 zêde bûye û ya salane jî bûye ji sedî 100,88.
Di salê de dîsa herî kêm beşa cil û berg û pêlavan zêde bûye ku rêjeya wê ji sedi 39,57 e. Herî zêde jî beşa perwerdeyê zêde bûye ku rêjeya wê ji sedî 104,50 e.
ENAGê jî rêjeya enflasyonê ya nû aşkere kiriye. Li gorî ENAGê enflasyon di meha Nîsanê de ji sedî 5,91 e. Ya sale jî ji sedî 100,88 e.