Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Odeya Doktoran a Amedê (DTO) li avahiya saziyê civînek li dar xistiye û rapora nirxandina Covid-19ê ya serdema Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê ya 2020an aşkere kiriye.
Elîf Tûran, Seroka DTOyê rapor xwendiye û gotiye ku beriya niha li bajêr hejmara nexweşan 850 bû, lê ev demeke daketiye 100-150î.
Tûranê destnîşan kiriye ku 150 nexweş li klînîkan, nêzîkî 100 nexweş jî li beşên nexweşiyên giran tên dermankirin û hîna Covid-19 bandorê dike.
Elîf Tûranê diyar kiriye ku bi bandora cizî ya tedbîran re hejmara nexweşan kêmtir bûye lê hîna pêla yekem bi temamî nehatiye bidawîkirin.
Seroka Odeya Doktoran a Amedê gotiye ku ji roja pêşiyê û pê de hema hema hemû barê şewbê li ser milê kedkarên tenduristiyê bûye û heta îro li Amedê hezar û 500 xebatkarên tenduristiyê bi vê nexweşiyê ketine, 17 ji wan jî mirine.
Tûranê bal kişandiye ser rewşa girtîgehan ku ew weke qadên jiyanê yên taybet penase kiriye û gotiye divê di rewşên wiha awarte te de tedbîrên taybet werin standin. Tûranê wiha dewam kiriye:
“Di demên destpêkê yên şewbê de girtiyên siyasî ne tê de, ji ber Covid-19ê gelek girtî û hikumxwar serbest bûne. Lê em pê dizanin ku li Amedê, li girtîgehên ku girtiyên siyasî tê de pir in, gelek kes bi nexweşiya koronavîrusê ketine.” (RT/FD)