Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor daxuyaniya Enstîtuya Hawirdor, Av, Vejen û Zanistên Erdnîgariyê ya Albanyayê navenda erdhejê 15 kîlomêtro dûrî bajarê Diraçê ye ku li rojavayê welêt dikeve û erdhej bi lerza 6,4an 38 kîlomêtro di bin erdê de çêbûye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê kesek ji ber panîkê xwe ji avahiyê da avêtiye û miriye.
Li gor agahiyên Wezareta Tenduristiyê jî 150 kesên birîndar bûne li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Li gorî daxuyaniya Saziya Lêkolênîn Jeolojîk a DYAyê, erdhej bi lerza 6,4ê pêk hatiye û hin kes di bin avahiyan de mane.
Li gorî nûçeyên medyayên herêmê, erdhejê bandora xwe li gelek bajarên rojhilatê Ewropayê kiriye.
Piştî erdheja mezin yên pîlebiçûk jî çêbûne û di medyaya civakî de hilweşîna avahiyan tên belavkirin. (PT/FD)