Fotograf: Sabri Yildirim / AA
Koçerên Amed, Mêrdîn û hin bajarên din, piştî ku hewa germ bû ji bo ajalên xwe bibin zozanan dest bi amadekariyan kirine û ber bi zozana Şênê ya Mûşê bi rê ketine.
Herêma Şênê û çiyayê Qozmeyê yên ku nebatên cur be cur lê hêşîn dibin, hewa û ava wan xweş e ji bo koçeran cihekî bêhempa ye.
Koçerên bi kîlomêtroyan rê tên li vir konên xwe datînin û 5 mehan li vir dimînin.
Dema hewa sar dibe koçer dest bi dagêrê dikin û ji zozanan vedigerin malên xwe.
Abdussamed Korkutê ji Qulpê, navçeya Amedê hatiye got her sal piştî hewa germ dibe ew tên zozanê Şênê û zivistanê jî li bajarê xwe ajalên xwedî dikin.
Korkut wiha axivî: "Karê me pir zehmet e, lê em mecbur in. 5 hezar ajalên me hene. Ev 5 roj in em di rê de ne, hê rêya me ya çend rojan maye. Em ê li wir konê xwe vegirin û heta meha mijdarê bimînin."
Hasan Erdenê 2 hezar pezê wî heye ji Mêrdînê hatiye Mûşê. Wî jî got ew rojê du caran pez didoşin û şîrê xwe difroşin. (FD)
Çavkanî: AA