Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hewldana Reform û Şopandina Perwerdeyê ya Amedê (DÎERG) ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bang li partiyên siyasi kiriye.
DIERGê diyar kiriye ku divê her partiyek di parlamentoyê de ye girîngiyê bide cudahiyên zimanî û çandî û wiha gotiye: "Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê divê hemû partiyên siyasî îradeya xwe nîşan bidin."
Daxuyaniya DÎERGê weha ye:
"Em ê li bendê bin ku her yek ji 13 partiyên siyasî yên li Meclîsê bêyî îstîsna 2 meh beriya hilbijartinê daxwaza me bixin nava bernameya xwe. (RT/AY)