Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî ê Dadgeha Bilind bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di Dadgeha Qanûna Bingehîn de doz vekiriye.
Bekîr Şahîn, Serdozgerê Komarî ê Dadgeha Bilind daxuyaniyekî nivîskî daye û tê de destnîşan kiriye ku di 90em xala Qanûna Partiyên Siyasî û di serxala 68/3em de partiyên siyasî çalakiyên xwe divê di çarçoveya hukmên qanûnê û Qanûna Bingehîn de birêve bibe.
Di daxuyaniya Şahîn de weha hatiye gotin:
“Rêvebir û endamên HDPê bi gotin û kirdarên xwe li dijî qaîdeyên hiqûqa gerdûnî û demokratîk tevgeriyane. Bi rêxistina terore PKKê û rêxistinên girêdayî wê re tevgeriyane. Hatiye fêmkirin ku endam û rêvebirên HDPê bi gotin û kirdarên xwe têkdan û jiholêrakirina yekparçeyiya dewletê kirine armanc. Bi daxwaza girtina partiya navborî di Dadgeha Qanûna Bingehîn de doz hatiye vekirin.”
Dadgeha Bilind di 2ê Adara 2021an de derbarê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de lêkolîn dabû destpêkirin.
Buroya Partiyên Siyasî a Serdozgeriya Dadgeha Bilind ji Serdozgeriya Komarî a Enqereyê îdianameya Kobanê li gel pêvekan xwestibû. Di îdianameya Kobanê de Selahettîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên Giştî ê HDPê yê berê jî di nav de 108 kes tê dadkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî a HDPê jî di nav de derbarê 9 parlamenterên HDPê de fezleke hatibû amadekirin.
(EKN/AY)