Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Beriya dadgehkirina endamê Lijneya Bilind ê Rûmetê yê Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB), endamê Desteya Navendî yê TTByê yê serdema 2014-2018ê û dildarê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), Dr. Şeyhmûs Gokalpî saziyeke navnetewî bang li Tirkiyeyê kiriye.
Çavdêrîxaneya ji bo Parastina Mafparêzan a ku Rêxistina Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanî (OMCT) û Federasyona Mafparêzan a Navnetewî (FIDH) bi hev re ava kirine, ji bo Gokalpî banga lezgîn kirine.
Di daxuyaniya saziyê de hatiye xwestin ku bila tacîzên darazî yên li mafparêzan tên kirin, bidawî bibin.
Dr. Şeyhmûs Gokalp, ji ber lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê dikir, di 20ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de hatibû desteserkirin û girtin. Piştî 80 rojan girtî ma, di 10ê Sibata sala 2021an de bi biryara 10em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê serbest bûbû.
Di 15ê Çiriya Pêşiyê ya 2021an de danişîna duyem a dozê pêk hatibû û dozgerî xwestibû bi tohmeta ku “endamê rêxistina çekdar e” û “endamê rêxistina terorê ye” Gokalp ji 7 salan heta 15 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Gokalp wê di 19ê Çiriya Paşiyê ya 2021an de wê careke din were dadgehkirin.
Saziyê di daxuyaniya xwe de ji saziyên navnetewî xwestiye ku bang li rayedarên Tirkiyeyê bikin û van tiştan ji wan bixwazin:
(AS/FD)