Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ev şeş roj in ku li Xozatê, navçeya Dêrsimê agir bi daristanê ketiye û ew agir nayê vemirandin.
Seyfî Geyîk, Şaredarê Xozatê ji bianetê re got ku, li herêmê operasyona leşkerî heye û ji ber wê jî destûrê nadin wan da ku biçin herêmê. Geyîkî diyar kir ku ji ber wê ew nikarin midaxele li şewatê bikin.
Geyîk wiha axivî: Geyik, "Min xwest ez biçim herêma ku şewat lê derketiye lê bi sedema ewlehiyê destûr nedan. Wesayitên agir vemirandinê û yên karî nikarin biçin. Ez bi Walî Begî re axivîm, wî got, operasyon dewam dike û ji ber sedema ewlehiyê wî ne mimkun e ew bihêlin sivîl biçin herêmê. Ez ê careke din pê re biaxivim û hewl bidim ku sibê biçim herêmê."
Geyîkî destnîşan kir ku têkiliya wan a bi gundên derdorê re heye û gundiyan ji wî re gotiye, şewat her roja diçe berfirehtir dibe.
Geyîkî di berdewamiyê de got ku agir li gundikê Koçeriyê destpê kiriye û ber bi herêma Danzikê ve berfireh bûye û ew nizanin bê ka çiqas der û ber şewitiye.
Li gorî zanyariyên ku Geyikî dan, li herêmê cih û war nînin û ew der bi sedema ewlehiyê di salên 1990î de hatine valakirin û herêma ewlehiya taybet e.
Di vê navberê de Federasyon Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê agirî de vîdeoyek weşandiye û wiha gotiye:
"Şewata ku li Xozatê derketiye bi rojan e dewam dike! Li Pulur û Xozatê gelek cih û war di bin dûmanê de mane. Li Dêrsimê ji şewata daristanê re bibêje bisekine!"
Hozat'taki yangın günlerdir sürüyor!
— DEDEF (@Dersim_DEDEF) August 23, 2021
Ovacık ve Hozat'taki birçok yerleşim alanı duman altında.
DERSİM'DE ORMAN YANGININA DUR DE!@FatihMacoglu @PolatSaroglu @onlu_alican @AlihaydarBen62 @dersimkultder pic.twitter.com/HxvE7vYSZt
(KÖ/FD)