Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewheliya Karî (ISIG) di meha Tîrmehê de herî kêm 169 karker di dema karî de mirin e.
Bi aşkere kirina daneyên meha Tîrmehê ve ji serê salê heta niha hejmara karkerên ku di dema karî de mirine bûye 1014.
Di Kanûna Paşiyê de 120, Sibat 109, Adarê de 122, Nîsan 129, Gulan 176 û di Hezîranê de 189 karker di dema karî de mirine.
Ji karkerên ku di heft mehên destpêkê yên salê de mirine jê 867 bi maeş(karker-fermanber) bûne, 147 jî cotkar û esnaf bûne. Ji sedî 86ê wan bi maeş bûne û ji sedî 14ê wan jî cotkar û esnaf bûne.
Ji karkerên ku mirine jê tene 27 kes serbi sendîkayê bûne, jê 987 jî endamên sendîkayê nebûne.
Di vê qonaxê de ji karkerên ku mirine jê 68 jin, 946 kes jî mêr bûne. Di heft mehên destpêkê yên salê de temenê karkerên ku mirine weha ye:
o 25 karker di navbera 15-17,
o 483 karker di navbera 28-50,
o 217 karker di navbera 51-64,
o 69 karker 65 û berjortir bûye.
Ji 1014 karkerên ku mirine jê 55 karker penaber/koçber bûne. 24 karker sûriyeyî ; 12 karker afganîstanî; 4 karker ozbekistanî; 3 Îranî; 2 tirkmenîstanî, karker azerbaycanî, belarûsî, endonezyayî, Iraqî, kuweytî, rûsyayî, pakistanî, sirbîstanî, ûkraynayî û karkerek jî yewnanîstanî bûye.
Ji karkerên ku mirine jê 220 kes ji ber qezayên trafîkê û servîsê mirine; 189 ji ber perçiqandin û herifandinê, 152 jî ji ber ketina ji bilindahiyê mirine.
Her wiha li 75 bajarên Tirkiyeyê û li 17 welatên derve karker di dema karî de mirine. Li Stenbolê 136, li Antalya û Îzmîrê her yek 38, li Mûglayê 37, li Mêrsînê 35, li Denîzliyê 32 û li Kocaeliyê 31 karker mirin e.
Li derveyê welat jî 5 li Iraqê, 3 li Qibrisa Bakur, 2 her yek li Îsraîl û Rûsyaye û her yek li Azerbaycan, Bosna Hersek, Brezîlya, Çîn, Domînîka, Kuweyt, Lîbya, Makedonya, Malta, Misir, Ozbekistan, Erebîstana Siûdî û Tûnisê karkerek miriye.(HA/AY)