Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) duh bi tevlibûna 400 delegeyan, kongreya xwe ya çaran li bajarê Reqayê li dar xist. Di encama hilbijartinê de Leyla Qereh Man û Mehmûd Deham Ebdulezîz bûn hevserokên nû yên MSDyê.
Di kongreyê de her weha nexşerêya çareserkirina krîza Sûriyeyê jî hate nîqaşkirin û erêkirin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a ANHAyê ev xal hatin pejirandin:
Agirbesteke giştî were ragihandin, tevahî êrişên leşkerî yên derve yên li dijî xaka Sûriyeyê bi dawî bin û di bin çavdêriya navneteweyî de, tevî wê jî têkoşîna li dijî terorê dewam bike.
-Girtî û revandî werin berdan, aqûbeta windayan were aşkerakirin.
-Tevahî çekdarên biyanî ji xaka Sûriyeyê derkevin û misogeriya wê bi biryara navneteweyî be.
-Dorpêça li ser tevahî herêmên dorpêçkirî were bidawîkirin û rêxistinên mirovî karên xwe li tevahî herêmên Sûriyeyê bikin, cezayên aborî li ser Sûriyeyê rabin û tevgera bazirganiyê li hundir çalak be.
-Kongreyeke navneteweyî ya ji bo dewletên ku ji nû ve Sûriyeyê ava bikin, were lidarxistin.
-Guhartina demografîk li her herêmeke betal û derqanûnî ye û xebata li ser çaerserkirina wê were kirn.
-Destpêkirina yekser ji amadekirina rewşên guncaw ji bo vegerandina koçber û penaberan bi alîkariya rêxistinên NYyê.
-Diyalogên fireh werin dewamkirin û divê di nava tevahî aliyan de bin, da ku nêrînên xwe pêşkêş bikin û li ser Sûriyeyeke pêşerojê li hev bikin.
-Dagirkerî were bidawîkirin û tevahî hêzên biyanî ji xaka Sûriyeyê derkevin.
Di civînê de her weha hate diyarkirin ku israra li ser çareseriya leşkerî tê wateya israra li ser kûrkirin û dirêjkirina alozî û krîzê û hilweşandina tiştên mayî li welat, koçberkirin û qetilkirina sûriyeyiyan.
Ji bo çareserkirina krîzê ev rêbaz hatine pêşniyarkirin:
-Çareserî sûriyeyî-sûriyeyî be, bi sponsorî û garantiya navneteweyî be, bi rêya diyalog û dan û standinên yek ên li gorî biryarên navneteweyî yên têkildar bin.
-Redkirina çareseriya leşkerî û girîngîdayîna li ser diyaloga siyasî ya demokratîk, mîna rêya bingehîn a çareseriyê li gorî biryara 2254an û biryarên girêdayî wê ye.
-Xebata li ser lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Sûriyeyê bêkirin û jê meclisa damezrîner a giştî derkeve û erkên qanûn û çavdêriyê pêk bîne û nûnertiya tevahî sûriyeyiyan bi awayekî adilane bike.
-Hikumeta demkî ya xwedî destûrên fireh were avakirin.
-Xebitîna li ser destûra niha were sekinandin û rêgezên destûrî werin ragihandin û komîteyeke ji bo sazkirina projeya destûrê ya demokratîk a nû were avakirin.
-Dem ji bo xebata veguhastina demokratîk bê danîn, da ku di dawiyê de hilbijartinên giştî li ser asta neteweyî li gorî destûra nû werin kirin.
-Tevahî qanûn, projeyên awarte û nijadperestî werin betalkirin.
-Desteya Edalet, Lihevanîn û Ewlehiya şêniyan were avakirin û edalet pêk were.
-Meclisa leşkerî were avakirin û çekdarên bi çareseriya siyasî bawerin, bikevin artêşa neteweyî ay nû û sazûmaniya ewlehî ji nû ve were avakirin.
-Meclia Aborî were avakirin û li ser jinûve tamîrkirinê û avakirina aboriya neteweyî bixebite.
-Jin di xebata siyasî de weke şertekî bingehîn a serketina xebat, dan û standin û guhartinê beşdar bin.
-Beşdariya ciwanan di veguhartina demokratîk de pêwîst e.
-Armanca xebata siyasî desthilat, navendîbûnê bi dawî bike, guhartineke demokratîk a bingehîn çêke, ji nû ve Sûriyeyê li gorî pergala nenavendîbûnê ya pirrengî ya demokratîk ava bike.
(FD)