Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Walîtiya Enqereyê li hin herêmên navenda bajêr biryara qedexeya çalakî, civîn û daxuyaniya çapemeniyê stand.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê biryar li kolana Ataturk û İsmet İnönüyê û yên Milli Mudafaa, Ziya Gökalp, Tuna û Mithatpaşayê derbas dibe.
Walîtiyê di hinceta qedexeyê de diyar kiriye ku ji ber hin saziyên sivîl “di bin navê daxuyaniya çapemeniyê de” dihêlen girseyên mezin çalakî û bernameyên dijyaseyî lidar bixin û çûnûhatinê asteng bikin û bi dengê bilind nîzama civakê xirab dikin.
Li gorî Walîtiyê ev rewş dibe sedema wî tiştî ku, “Di navbera welatî û dikandarên li herêmê de tirs û xofê çêdike, bûyerên ku nayên xwestin derdikevin û ev jî ewlekariya civakê dixe bin xetereyê”.
Di heman daxuyaniyê de tê diyarkirin ku “agahiya çalakiyên rêxistinên terorê (DEAŞ-PKK/KCK) li hemberî van civînan” hatiye standin.
Walîtiyê her wiha gotiye ku kesên li hemberî vê biryarê derkevin wê derbarê wan de lêpirsîna fermî bê kirin.
Li gorî vê biryarê wê avêtina sloganan, gotina stranan, daxuyaniyên çapemeniyê û bernameyên weke van qedexe bin.
Biryara Walîtiyê beriya daneşîna Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçayî bi du rojan derket. (HK/FD)