Fotograf: HDP
Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancarî li navçeya Sûrê, bi civîneke çapameniye bernameya pîrozbahiya Newrozê hatiye aşkerekirin.
Li Amedê bi beşdariya hevserok, hevberdevk û nunerên partî û tevgerên kurdan bernameya pîrozbahiya Newroza 2020an a Amedê bi civînek çapemeniyê hatiye aşkerekirin.
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî, nûnerên Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD), Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partîya Komunîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek, Nûnerê Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakûr) Bora Balîn û parlamenterên HDPyê beşdarî civînê bûne.
Civîn li Otêla Demîr a navçeya Sûrê ya Amedê pêk hatiye metna ku hatibû amadekirin bi kurdî û tirkî hatiye xwendin. Serokê Giştî yê PÎAyê Mehmet Kamaçî metna bi kurdî, Hevserokê KCDyê Berdan Ozturkî jî ya bi tirkî xwendiye.
Beşek ji metna ku hatiye amadekirin wiha ye:
"Em îsal jî di bin siya şer, xizanî û bêçareseriyê de Newrozê pîroz dikin. Bi ruhê Newroza ku li hemberî zilma dîrokî û redkirina newekheviyê vejiyaye, îro jî li dijî şer, bêedaletî û polîtîkayên înkarkirinê gotina me heye.
Di Newroza ku dê bi mîlyonan kes dakevin qadan de;
Em dê nîşan bidin ku daxwazên siyasî yên gelê Kurd ne mijara bazariyê ya hêzên şer e. Ji bo avakirina jiyana di nava aşitiyek bi rûmet, wekhev û azad em dê hemû qadên jiyanê bi rêxistin bikin. Em dê jiyana axatî û koletiyê ya ku li ser me tê ferzkirin teqez qebûl nekin. Bi vê munasebetê em ê banga piştevaniyê li tevahî Raya Giştî ya Navnetewî û dostên xwe bikin.
Ji bo aşitiya Rojhilata Navîn em dê bang li tevahî gelên cîhanê bikin ku li hemberî şerên hegomon ên tê kûrkirin dengê xwe bilind bikin. Em ê ji bo neheqî û bêhiqûqiyên li hemberî girtiyên dîl hatine girtin, brêz Abdullah Ocalan ê ku 21 sale di bin tecrîda giran de ye, girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî azadiyê biqêrin.
Em dê jin, ciwan û kalepîr ji bo daxwazên jinan ên azadî û jiyana hevpar ku bi berxwedana xwe hêz dane me û berxwedanê nîşanî me dane biqêrin.
Li hemberî sermiyedarkirina av, çem, daristan û bajarên xwe, em dê li dijî hilweşandina dorhêl û texrîbatên li xwezaya ku ji qadên me yên jiyanê pêk tên bêjin raweste.
Em dê daxwaza xwe ya; cîhana ku tê de mirov ji birçîna întixar nakin, ji bo hûnandina jiyana wekhev û mirovî ku tê de mêtingerî tunebe biqêrin.
Em dê di serî de daxwaza rakirina astengiyên li pêş siyaseta demokratîk, rêveberiyek wekhev, azad û adilane biqirin.
Dê Newroza 2020'an bibe platforma ku, gelê Kurd tê de bi coş û kelecanek mezin daxwazên xwe yên siyasî biqêre. Em di serî de gelê xwe, hemû dostên xwe, rêxistinên saziyên sivîl, jin, ciwan û rêxistinên xweza û dorhêlparêzan dawetî pîrozbahiya Newroza 2020'an dikin." (FD)
* Çavkanî: MA