Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li çar aliyên cîhanê pîrozbahiyên Meha Rûmetê dewam dikin. Google-ê jî kesên LGBTI+ ji bîr nekirine û meha wan pîroz kiriye.
Dema li Google-ê LGBTI+, kuir an jî Meha Rûmetê binivîsin, anîmasyoneke 10 deqîqeyan derdikeve pêşberî mirovan.
Di anîmasyonê de bi konfetiyên rengorengo û alên LGBTI+an meşek heye. Dema mirov bi zimanên cuda van peyvan dinivîsin jî heman animasyon derdikeve.
Di meha Hezîranê de tê pîrozkirin. Ji bo rûmeta lezbiyen, gey, biseksuel, gey, bîseksuel û transgender tê pîrozkirin.
Meha Rûmetê piştî ku li DYAyê di sala 1969an de serhildanen Stonewallê yên ji bo azadiya geyan dihate lidarxistin destpê kiriye û ji wê rojê û vir ve li qada navnetewî tê pîrozkirin. (NT/FD)