Koma şanoyê 15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî beşa yekem a çîrokan weşandiye. Komê bi gotinên “Zarok pêşeroja ziman in, divê em çîrokên bi zimanê zikmakî bi wan bidin temaşe kirin” xebata xwe daye destpêkirin.
Di beşa yekem de Rabîa Keskîn û Kaddafî Unalî çîroka “Çîn û Maçîn”ê xwendiye. Koma Golge Tiyatroyê wê di her beşekê de çîrokekê ji bo zarokan bixwîne. Rewşan Apaydinê derhêneriya lîstikê kiriye.
Di sala 2009an de li Esenyurta Stenbolê Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê vebûye û Koma Şanoyê ya Golgeyê jî bi vî awayî dest bi xebatê kiriye. Heta niha senaryoyên Bertolt Brecht’î jî di nav de gelek şano lîstine. (FD)