Bi boneya 11. salvegera Berxwedana Geziyê gelek partî, sazî û kesan daxuyanî dan.
"Dengê azadiyê yê 11 sal berê di Berxwedana Geziyê de bilind bû, li kolanan hê jî deng dide. Em kesên li Geziyê di rêya azadî û demokrasiyê de mirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em ê bi hevalên xwe yên ji ber Geziyê girtîne re teqez cîhana azad ava bikin!."
Daxuyaniya ku bi îmzeya Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkanê hatiye belavkirin wiha ye:
“Em Mehmet Ayvalîtaş, Ethem Sarisuluk, Alî Îsmaîl Korkmaz, Ahmet Atakan, Hasan Ferît Gedîk, Abdullah Comert, Medenî Yildirim û Berkîn Elvan ên ku bûne sembolên Berxwedana Geziyê û di encama êrîşên hovane yên saziyên zextkar yên desthilatê de mirine bi rêzdarî bi bîr tînin. Wêrekî û baweriya wan di têkoşîna me ya demokrasiyê de wê rêxweşkerê me be.”
"Gezî, berxwedana kesên ku dixwazin dar, av, kevir û axa vî welatî biparêzin e û 11 salî ye. Tariya ku her bedewiya welêt diqewirîne û yên ku dixwazin me têxin zindanê wê dê biçin, Gezî wê bimîne!"
“Berxwedana Geziyê 11 salî ye ku êş û hêvî, hêrs û kelecan, hevgirtin û windakirinê di heman demê de bi me dide jiyandan; navê serbilindî û bi biryarbûna mîlyonane ku li dijî zilm, gendeltî, talan û zordarî ye sekinîne.