Nîgar: istanbulpride/instagram.com/p/CfJoRreIkP3/
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hefteya Rûmetê ya ÎstanbuLGBTI+yê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek weşandiye û ji ber ku çalakiyên Hefteya Rûmetê qedexe kirine, Walîtiya Stenbolê û Qaymeqamiya Beyoglû û Kadikoyê rexne kirine.
Walîtiya Stenbolê û herdu qaymeqamiyan di 20ê Hezîranê de aşkere kiribûn ku çalakiyên Hefteya Rûmetê yên li Stenbolê qedexe bûne.
Daxuyanî bi sernavê “Name û daxwazên aşkere ji bo Walîtiya Stenbolê, Qaymeqamiya Beyoglû û ya Kadikoyê, Suleyman Soylû û Serokomarê 12em” hatiye weşandin. Tê de behsa gefxwarinên wan koman hatiye kirin û hatiye gotin, “ew komên di bin ala Îslamtiyê de” kar û xebatan dikin, gefa êrîşkirinê li wan bernameyan dixwun ku tên plankirin 25ê Hezîranê roja Yekşemê, li Taksîmê pêk bên.
Sazkarên Hefteya Rûmetê bang li Wezareta Karûbarên Navxweyî û Walîtiya Stenbolê kirine û ew hişyar kirine:
“Çeteyên paşverû û Îslamo-faşîst bi wê bangewaziyê, bi rengekî aşkere ‘di nava gel de kîndarî û nefretê çêdikin’ û ev jî li gorî destûra bingehîn sûc e.” Sazkaran bi van gotinan dewam kiriye: “Nabe li beramberî bangên tundkariyê yên van çeteyan hûn bêdeng bimînin ku bi tenê ji bo bi me bikaribin hatine berdan.”
Hefteya Rûmetê ya IstanbuLGBTI+yan ji Walîtiya Stenbolê û Wezareta Karûbarên Navxweyî xwestine ku erka xwe ya esasî ji bîr nekin: “Erka we ye ku hûn nehêlin ev bangewazî bên kirin, ev kom 26ê Hezîranê roja Yekşemê li Taksîmê kom bibe û me lûbûnyayan bikin armanc.” (AEK/FD)