Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî biryar daye ku lidarxistina grevên li du fabrîkayên Bekaert Çelîkê yên li Kocaeliyê heta 60 rojan betal bibin. Biryar di Rojnameya Fermî de weşiyaye.
Sendîkaya Birleşik Metal-İş û ya Ozçelik-İşê biryar dabû ku li her du fabrîkayan grevan li dar bixin. Erdoganî ji ber sedema ku “wê ewlehiya netewî têk bibe” û li gorî Xala 63yê ya Qanûna Peymana Karkirinê û Sendîkayan a Hejmara 6356ê biryara taloqkirina grevan daye.
Piştî ku Erdoganî çêkirina grevê taloqkir, Birleşik Metal-İşê daxuyaniyek weşandiye û gotiye: “Serokomarî dîsa alîgiriya samanê kiriye. Greva karkerên li Beraertê ya li Kocaeliyê qedexe kiriye. Karker wê vê qedexeya grevê ya bêhiqûqî nepejirînin. Mafê xwe yê Destûra Bingehîn û yasayên hatine pejirandin ên navnetewî dane wan wê bikar bînin û saet di 13.00ê de greva xwe ya qanûnî bide destpêkirin.”
Sendîkayê her weha biryara ku Dadgeha Destûrî di 2018ê de dabû bibîr xistiye. Lijneya Wezîran di wê demê de biryar dabû ku greveke karkeran taloq bibe. Sendîkayê serî li Dadgeha Destûrî dabû. Dadgeha Destûrî jî biryar dabû ku mafê karkeran hatiye binpêkirin.
Ji roja ku AKP bûye hikûmet ango ji Çiriya Paşiyê ya 2020ê û heta niha, 19 caran biryarên lidarxistina grevan taloq kiriye. AKPyê biryarên xwe bi sedema “wê ewlehiya netewî, tenduristiya giştî, ekonomî, îstîskara fînansî û xizmetguzariya hatinûçûnê ya cemawerî ya navbajêr têk biçe” dane.
Heta sala 2016ê Lijneya Wezîran çêkirina grevan taloq dikir, ji wê demê heta 2018ê bi Qanûna Rewşa Awarte û piştî wê jî bi biryarên Serokomariyê hatine taloqkirin. Ji ber 19 grevên hatine qedexekirin, bandor li nêzîkî 195 hezar karkeran bûye.
Grevên ku heta niha hatine taloqkirin ev in
Çavkanî: Aziz Çelik
(HA/FD)