Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Emîne Şenyaşara ku di 24ê Hezîrana 2018an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevjînê wê û du kurên wê hatibûn kuştin li ber avahiya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya Rihayê tevlî kurê xwe Ferît Şenyaşarî hatibûn desteserkirin.
li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan Emîne Şenyaşar û kurê wê bi îdiaya ku "li dijî qanûna xwepêşandan û meşan derketine" desteser kiribûn. Malbata Şenyaşar li Midûriyeta Emniyetê mafê xwe yê bêdengiyê bikar anîbûn û îfade nedabûn.
Di nava rojê de polîsan Emîne û Ferît Şenyaşar birine edliyê.
Dadweriyê bi şertê kontrola edlî Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar serbest berdaye.
Di 24 ê Hezîrana 2018an de pasevan û xizmên Ibrahîm Halîl Yildiz, Parlamenterê AKPyê li dikana wan êrîşî malbata Şenyaşaran kiribûn. Ev êrîş li nexweşxaneyê jî dewam kiribû û di encamê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar tevlî Mehmet Şah Yildiz, birayê parlamenterê AKPyî miribûn.
Bi sedema ku serokê AKPya Rihayê ne li avahiyê ye, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar nekarîbûn hevdîtinê bikin. Li ser vê rewşê Emîne Şenyaşar û kurê wê li ber avahiyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Di vê navberê rayedarên AKPyê nûçegihanê MAyê yê xwestibû çalakiyê bişopîne, asteng kiribûn.
Paşê Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar vexwendibûn avahiyê. Piştî hevdîtinê, Şenyaşaran xwestibûn çalakiya xwe li ber avahiyê dewam bikin, lê polîsan ew asteng kiribûn û Emîne Şenyaşar tevlî kurê wê desteser kiribûn.
Serê sibê herdu birine Edliya Rihayê û dozgeriyê îfadeyê wan girtiye. Parêzerên Baroya Amedê û ÎHD'ê û rêveberên HDP'ê li Edliyê amade bûn.
Dozger pirsên wek "Kê we şand ber avahiya AKPyê? Çima hûn çûn wir? Tevî hişyariyên polîsan jî çima we çalakiya xwe domand?" ji Emîne Şeyaşar û lawê wê Ferît kirine.
"Kurê min serbest bikin"
Emîne Şenyaşar bi kurdî îfadeyê xwe daye û di îfadeya xwe de gotiye ku di êrişê de hevjînê wê û du kurên wê hatine kuştin û kurek wê birîndar kirine. Şenyaşarê aniye ziman ku ew bi daxwaza edalet ji bo kurê wê yê girtî pêk were û ew serbest bibe, çûye ber avahiya AKPyê.
Ferît Şenyaşarî jî di îfadeyê xwe de destnîşan kiriye ku ew di êrişê de bi giranî birîndar bûye û ew dixwazin edalet pêk were, lewma li ber AKPyê çalakî li dar xistine.
Hidayet Ekmek, parêzerê malbata Şenyaşar jî parastina miwekîlên xwe kiriye û destnîşan kiriye ku desteserkirina miwekîlên wî li dijî hiqûqî ye. Ekmekî xwestiye edalet pêk were û ferdê malbatê yê girtî were berdan.
Dozgerî piştî karûbarên îfadeyan Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeriyê kiriye û dadgeriyê bi şertê ku di mehekî de du caran îmzeyê bidin ew azad kirine.
Di 14ê Hezîrana 2018an de piştî êrîşa pasevan û xizmên Ibrahîm Halîl Yildizî ya li ser malbata Şenyaşaran, pevçûneke çekdarî pêk hatibû û di encamê de Mehmet Şah Yildiz, birayê parlamenterê AKPyê, esnaf Haci Esvet Şenyaşar tevlî Adil û Celal, herdu kurên xwe miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku bav û du birayên wî miribûn, birîndar bûbû. Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil ya Amedê dihate dermankirin. Di 17ê Hezîranê de piştî ku dermankirina wî qediya û ji nexweşxaneyê derketibû, ew desteser kiribûn û girtibûn. (EMK/FD)