Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rûken Demîr, Nuçegîhana Ajansa Mezopotamyayê, di 12ê Çiriya Paşiya 2019an de hatiye desteserkirin. Serdozgerê Komarî yê Îzmîrê derbarê Demîrê de îdaname amade kiriye û ew bi “Endamtîya rêxistinê” tohmet kiriye.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Dozgerîya Komarî ya Îzmîrê ji bo nûçeyên Demîrê gotiye, “qaşo hevpeyvîn e” û daxwaza cezakirina wê kiriye.
Dozgerê Komarî Unsal Demirticiyî îdianame amade kiriye. Demirciyî di îdianameya xwe nûçeyên ku rojnameger Demîrê derbarê girevên birçîbûnê, çalekîyên Çîyayê Kazan û axavtinên wê yên rojane de weke sûc nîşan daye.
Demîr, 5ê Adarê li Dadgeha Cezayê ya Girana 19em ya Edlîya Bayrakli ya Îzmîrê cara yekem dê derdikeve pêşberî dadgehê. (EMK/AY/FD)
Fotograf: MA
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye